Mirat Werger buroyeke wergerê ye ku bi taybetî nivîsan ji zimanên cuda diwergerîne kurdî. Navenda me Swêd e, lê em bi wergerên profesyonel di nav tevneke global de kar dikin. Em hewl didin ku herdemê bi xebatkarên herî baş re kar bikin. Yek ji armancên me yên bingehîn ew e ku zimanê ku werger pê tê kirin, zimanê zikmakî yê wergêr be û wergêr pisporê mijarê be.
Wezîfeya me ew e ku em pêwistiyên mişterî kifş bikin û wergêrekî li gorî daxwazan peyde bikin. Em karê xwe zû û bi rêk û pêk dikin. Hemû werger berya ku radestî mişterî bên kirin ji aliyê navenda kontrolê ve berçav re derbas dibin.
Wergêrên li buroya me kar dikin tevan testên me yên wergerê bi serfirazî qedandine. Wergêr sûndxwarîne ku naveroka ewraqan hem di dema wergerê de hem jî paşê ji bilî karkerên buroyê pê ve bi kesî re neyên parve kirin.
Em her demê bixêrhatina wergêrên jîr û zana nav tevna xwe ya kar dikin.